ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îmzakirina hevhatinama hevkariyê ser sînoran di navbera Îranê û Iraqê

Îranê û Iraqê li bara ewlehiya sînoran û girtina pîşiya qaçaxa kel û melan hevhatinameyeke hevkariyê îmza kirin.

Li civîna di navbera qumandên parêzvaniya ji sînoran li Suleymaniyê, Îranê û Iraqê li bara ewlehiya sînoran û girtina pîşiya qaçaxa kel û melan hevhatina nameyek îmza kirin.

Li vê hevhatinnamê her du aliyên îranî û iraqî ser dewama hevkariyan û zêdebûna çavdêriya ser sînorên hevpar sekinîn.

Serdarê Sertîpê Pasdar Lutfelî Pakbaz qumandê yekîneya parêzvaniya ji sînorên navçên parêzgehên Îlam û Kirmanşahê li rojavaya Îranê got: Hevhatinnama navbera du welatên Îran û Iraqê bona parêzvaniya sînorên hevpar bê şik ser qazanca her du welatan e.

Serleşker Şîrko Ebdullah qumandê yekîneya parêzvaniya ji sînorên navça yeke axa Iraqê jî li press konferansekê got: Gor vê hevhatin nama di navbera Îran û Iraqê, qirare ku her şeş mehan carê karbidest û qumandên navçên sînorî yên her du welatan civînekê hevpar dayînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu