AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Îmzekirina hevhatinama gomrikî ya di navbera Îranê û Tirkiyê de

Serokên gomrikên Îranê û Tirkiyê, bona hêsankirina bazirganiya di navbera du welatan de û geşpêdana aborî ya dualî, hevhatinameyek îmze kirin.

Li gorî rapora IRNA’yê, civîna pêncan a Mesûd Kerbasiyan û Cînap Aşci, serokên giştî yên gomrikên Îran û Tirkiyê, roja sêşemiyê hate lidarxistin û li ser 25 mijarên li bara rakirina berbendên gomrikî yên ser riya berfirehkirin û geşepêdan û hêsankirina bazirganiya di navbera du welatan de û raberkirina rêçareyan du aliyan li hev kirin.

Aktîv û pirxebatbûna çalakên îznnamedar ên aboriyê, 24 saetî û du beranber bûna xebatên derbasgeha sînorê Bazirgan- Gorbulaxê û cihanîna bernamên hevpar ên sekinîna li hember qaçaxa kel û pel û madeyên narkotîkê û bikaranîna tîrêja X ji xalên hevhatinama îmzebûyî ya di navbera serokên gomrika Îranê û Tirkiyê ne.

Hevhatinama gumrikî ya di navbera Îranê û Tirkiyê de, ji 16’ê Hezîrana sala 2016’an ve divê bi cih were.

Serokên gumrikên Îran û Tirkiyê, herwiha li hev kirin li bara bernama çalakên bi îzn ên aboriyê (AEO), hevkariyê bikin û li civîneka têknîkî, tecrube û deskevtên xwe bi hev re parve bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu