AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Îmzekirina sê belgên hevkariyê navbera Îran û Slovonyayê

Bi beşdariya serokên Komarên Îranê û Slovonyayê her du welatan sê belgeyên hevkariyê wajo kirin.

  Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomariya Îranê, Komara Îslamî ya Îranê û Komara  Slovonyayê îro jibo xurtkirina hevkariyên du welatan li warên aborî, peywendî û teknolojiya nanoyê, sê belge û rêketinamên hevkariyê wajo kirin.

Mersima wajokirina belgên hevkariyê piştî kutabûna civîna  taximên  pilebilind ên Îran û Slovonyayê li hizûra Hesen Rûhanî û Barot Paxor serokomarên  Îran û Slovonyayê hat lidarxistin.

Serokomarên  Îran û Slovonyayê piştî wajokirina  belga hevkariyê li civîna rojnamevaniyê beşdar bûn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li civîna  rojnamevaniyê bal kişand ser berfirehkirina  peywendiyên dualî li warên aborî, siyasî û çandî û got : Li hevdîtina îro her du aliyan  peywendiyên dualî, navçeyî û navneteweyî hilkolandin û li bara piraniya  meselên navçê û cîhanê xwediyê bîr û rayên hevpar in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu