Bi beşdariya serokên Komarên Îranê û Slovonyayê her du welatan sê belgeyên hevkariyê wajo kirin.
Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomariya Îranê, Komara Îslamî ya Îranê û Komara Slovonyayê îro jibo xurtkirina hevkariyên du welatan li warên aborî, peywendî û teknolojiya nanoyê, sê belge û rêketinamên hevkariyê wajo kirin.
Mersima wajokirina belgên hevkariyê piştî kutabûna civîna taximên pilebilind ên Îran û Slovonyayê li hizûra Hesen Rûhanî û Barot Paxor serokomarên Îran û Slovonyayê hat lidarxistin.
Serokomarên Îran û Slovonyayê piştî wajokirina belga hevkariyê li civîna rojnamevaniyê beşdar bûn.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li civîna rojnamevaniyê bal kişand ser berfirehkirina peywendiyên dualî li warên aborî, siyasî û çandî û got : Li hevdîtina îro her du aliyan peywendiyên dualî, navçeyî û navneteweyî hilkolandin û li bara piraniya meselên navçê û cîhanê xwediyê bîr û rayên hevpar in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)