AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Îmzekirina şeş belgeyên hevkariyê di navbera Îran û Almanyayê

Ebas Axûndî, wezîrê avakirina rê û bajaran ê Îranê, roja yekşemiyê li rêûresma amzekirina vê belgeya hevkariyê, bi beşdariya Elêksandêr Dubrînt, wezîrê tranzît û binavahiyên Almanyayê li Têhranê got: Îran bona geşkirina tranzîta xwe, bi Almanyayê re hevkariyên baş dest pê kirine.

Axûndî, geşepêdana benderên Çabihar û Benderebasê, başûrê rojhilat û başûrê Îranê, lêkolînên tranzîta derdora Têhran, Ehwaz û tewrêzê û zêdekirina leza trena di navbera Têhran û Tewrêzê, ji wan belgeyên hevkariyê yên îmzebûyî bi Almanyayê re da zanîn û destnîşan kir: Di warê hewayî de li heftiyê de 30 firîn di navbera Almanya û Îranê de hene.

Elêksandêr Bubrînt (Alexander DOBRINDT) wezîrê tranzît û binavahiya Almanyayê jî got: Komara Îslamiya Îranê û Almanya, hewl didin ku cihanîna belgeyên îmzebûyî bilezînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu