CîhanEwropaNûçe

Ingilîstan di operasyonan de zarokan bikar tîne

Derket holê ku Ingilistan di Operasyonên dijî çeteyan û rêxistinên terorê de, zarokan jî wekî sîxûr bikar tîne.

Piştî daxwaza Serkaniyên veşartî yên Ewleyiyê ser bi Wezareta Navxweyî ya Ingilistanê ve ku bikaranîna dem a zarokên ji 16 salan biçûktir di operasyonan de ji mehekê bo 4 mehan bê dirêjkirin de, ev rastî derket hole.

Di vê çarçoveyê de Jora Bilind a Parlementoyê –Jora Lordan, raportek weşand û rexne li bikaranîna zarokan di Operasyonên sîxûrî de kir. Li gor raportê, zarokên di operasyonan de hatine bikaranîn, dikarin rastî kêşeyên mezin ên dêrûnî bibin.

Wezareta Navxweyî bi daxuyaniyekê liser vê mijarê rawestiya. Hejmara zarokên di operasyonan de hatine bikaranîn diyar nekir, lê îdîa kir ku ew hejmarek kêm e.

Başa dön tuşu