AborîCîhanErebîstanEwropaÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Zerîf: Siûdî ji bo îlqakirina gefa Îranê hatin Emerîkayê

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê berêvara roja duşemiyê li ramangeha Konseya  peywendiyên derve yên Emerîkayê bal kişand ser pevçûnên navçê û eva ku navçey pir hevceyî bi guherînê heye got: Divê wek pêngava ewil û sereke dawiyê bidine  kêmasiya gotûbêjê li navçeyê.

Zerîf bal kişand ser vê yekê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li navçê gerek ku li ser hin prensîpên taybet bisekinin û destnîşan kir: Welatên navçê divê birek ji prensîpîn ji bo çareserkirina pirsgirêkan li navçeyê berçav bigrin ku ji wan mudaxilenekirina li karûbarên hev û pişt re  hailanîna  hin pêngavan ji bo pêkanîna  pêbaweriyê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku li vê sedsalê şer  serkevtiyê xwe tinene û hemî didorînin û destnîşan kir: Ji bo hebûna navçeyeke bi hêz nabe  hewl bidin ku li navçeyê herî xurt û bi hêz bibin û ger welatek hewl bide  herî xurt bibe li riya  jinavbirina navçê pêngav rakiriye.

Muhemed Cewad Zerîf bal kişand ser vê eykê ku  serdema  nifûza hêjmonî û qawetê dawî bûye lê Emerîka piştî şerê sar dîsa jî lê dixebite vê pêvajoyê bidomîne û got: Ger navçey ber bi guherîneke  berfireh bi pêşde neçe Emerîka cida ji vê yekê ku  çiqasî çekan bifroşe navçeyê dîsa jî dê zirarê bike ji ebr ku divê xerceke giran  bide.

Wezîrê karên derve yê Îranê roja pênşemiya buhurî, 19 Nîsanê ji bo beşdariya li civîna  pilebilind  a“ Aşitiya mayînde“ sefera Niyoyorkê kir.

Ev civîna 24 û 25 Nîsanêli Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî were lidarxistin.

Zerîf heya niha li Niyoyorkê bi Mîroslaw layçak serokê 72 mîn Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Dîdyê Rîndzêr wezîrê karên derve yê Belcîkayê hevdîtin pêk anî û bi medya CBS Newsê, Elmanîtor, û New York Times û The New Yorker re li bara rêketinnama navokî, Sûriye, Iraq, Yemen û meselên  navçeyî û navneteweyî gotûbêj kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu