ÎranNûçeRojhilatanavin

Însiyatîva xurt a hêzên çekdar ên Îranê li navça Rojhilata Navînê

Emîr sertîp Ehmedriza Pûrdestan fermandê hêza bejahiyê ya artêşa  Îranê îro tekez kir: Hêzên çekdar ên Îranê ji ber aramî û ewlehiya  ku roja îro li seranserê Îranê heye jibo zêdekirina  hêza berevaniyê û jordebirina  hêza bergîriyê û pêkanîna  derfeta rawestana li ber her cure  gefa muhtemel hewl didin.

Fermandê hêza bejahiyê ya artêşa Îranê got: Amedtiya jibo rawestana li ber êrişa kuhtemel a dijmin û zêdekirina  hêza eskerî bêguman hin zehmetiyên xwe heye lê hasila wê serketina li hember dijminan û parastin û zêdekirina  îqtidara welêt li cîhanê ye.

Emîr sertîp Pûrdestan bal kişand ser vê yekê ku dijminên  Komara îslamî ya Îranê mezinatî û camêrtiya ciwanên  vî welatî li 8 salan  şerê sepandî dîtin û got: Hêzên çekdar jî ji giştan re selimandin ku di her rewşekê de bi hajpêbûna destxwe dikarin  li hember her cure êrişekê rawestin û wê bêencam bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu