Emîr sertîp Ehmedriza Pûrdestan fermandê hêza bejahiyê ya artêşa Îranê îro tekez kir: Hêzên çekdar ên Îranê ji ber aramî û ewlehiya ku roja îro li seranserê Îranê heye jibo zêdekirina hêza berevaniyê û jordebirina hêza bergîriyê û pêkanîna derfeta rawestana li ber her cure gefa muhtemel hewl didin.
Fermandê hêza bejahiyê ya artêşa Îranê got: Amedtiya jibo rawestana li ber êrişa kuhtemel a dijmin û zêdekirina hêza eskerî bêguman hin zehmetiyên xwe heye lê hasila wê serketina li hember dijminan û parastin û zêdekirina îqtidara welêt li cîhanê ye.
Emîr sertîp Pûrdestan bal kişand ser vê yekê ku dijminên Komara îslamî ya Îranê mezinatî û camêrtiya ciwanên vî welatî li 8 salan şerê sepandî dîtin û got: Hêzên çekdar jî ji giştan re selimandin ku di her rewşekê de bi hajpêbûna destxwe dikarin li hember her cure êrişekê rawestin û wê bêencam bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)