CîhanÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

INSS: Îhtimal heye Îsraîl îsal êrişî Îranê bike

Dezgeheka lêkolînan ya Îsraîlî dibêje, îhtimal heye Îsraîl îsal êrişî Îranê bike.

Enstîtuya Lêkolînên Asayişa Niştimanî (INSS), ku navenda wê li paytexta Îsraîl-Tel Avîvê ye, di raportekê de behsa îhtimala wê yekê kiriye ku Îsraîl êrişî Îranê bike.

Di raporta INSS de hatiye gotin, eger Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne wê çaxê hebûna Îranê li Sûriyê dibe tehdîdek micid li ser Îsraîlê, ev jî tê wateya ku barê Îsraîlê girantir dibe.

Li gorî şiroveya INSS, ji ber wê jî îhtimala wê heye Îsraîl ji bona nehîştina tehdîdan biryar bide êrişî Îranê bike, çimkî wisa xuya dike niyeta Amerîka nîne vê gavê êrişî Îranê bike.

Çend roj berê serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu daxwaz ji Îranê kiribû, ji Sûriyê derkevin lê fermandeyê giştî yê pasdarên Îranê Mihemed Elî Ceiferî gotibû, Îran guh nade tehdîdên Îsraîlê û hêzên xwe ji Sûriyê dernaxîne.

Başa dön tuşu