Xwenîşandana gelê Brîtanyayê li dijî Trump

Bi hezaran kes li paytexta Brîtanyayê li ber parlemana vî welatî xwenîşandan bi rê xistin û nerazîbûna xwe li hemberî sefera Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bo Brîtanyayê ragihandin.
Xwenîşandana duşemiyê şevê ya welatiyên Brîtanyayê li Londonê li halekî hat lidarxistin ku nunerên parlemana vî welatî li halê hilkolandina hevdîtina muhtemel a Trump tev Meleke Ilîzabitê bûn.
Li vê xwenîşandanê neraziyan hin slogan jî li dijî serokkomarê Emerîkayên avêtin.
Sefera Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bo Brîtanyayê li halekî biryar e îsal ser deweta Treza Mî srokwezîra vî welatî pêk were ku milyonek û 800 hezar kesî bi wajokirina tomarekê daxwaza betalkirina sefera Trump bo Londonê kirine.
Dewleta Brîtanyayê ku dixweze nav YE derkeve lê digere ku peywendiyên xwe bi Emerîkyê re xurt bike.
Li halekî ku tenê mehek ser destpêbûna dewra srokkomariya Donald Trump derbas dibe, siyasetên tund ên wî bûne sedem ku nerazîbûnên berfireh li welatên curbicur ên cîhanê li nav Emerîkayê li dijî Trump bê li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)