CîhanEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

IOM: Koçber li Libyayê wekî koleyan tên firotin

Rêxistina Koçberî ya Navdewletî (IOM) daxuyand ku koçberên ji Çoltera Efrîqayê tên, li bajarê Sebha yê rojavayê başûr ê Libyayê wekî kole tên firotin.

Rêxistina Koçberî ya Navdewletî (IOM) got li bajarê Sebha yê rojavayê başûr ê Libyayê li bazareke koleyan, koçberên ku hewi didin di ser Behra Spî re biçin Ewropayê hene.

Berdevkê IOMê Joel Millman got, “Koçberên ji başûrê Çolterê tên li Sebhayê li bazara koleyan tên firotin. Libyayî jî bi piştgiriya Ganayî û Nijeryayiyên ji bo wan dixebitin, wan koçberan dikirin.”

Millman diyar kir ku IOMê di derbarê mijarê de ji koçberên ku ji Libyayê tên navendê derbasbûnê yên li Nijerê agahî berhev kirine û got, “Di van rojên dawî de ez bi hinek koçberan re axivîm. Behsa tiştên tirsnak kirin. Hemûyan jî piştrast kirin ku li Sebhayê rîska kolebûnê heye. Niştecihên li herêmê wan difiroşin û wan ji bo karên rojane difiroşin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu