ÎranNûçeRojhilatanavinSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Îqtidar û hişyariya rêberî li Îranê, emerîkiyan neçar kirin ku muzakirê bikin

هێزمەندیی و وریایی ڕێبەری مەزنی ئێران ، ئەمریکاییەکانی ناچار بە وتووێژ کرد
Şêwirmendê rêberê giranqedr li karûbarên navneteweyî got ku îqtidar û hişyariya rêberê giranqedr li parastina teknolojiya navokî, emerîkî neçar kirin ku bi Îranê re muzakirê bikin .

Elîekber Wilayetî şêwirmendê rêberê giranqedr li karûbarên navneteweyî û serokê navenda lêkolînên stratejîk a civata kivşkirina nizamê, şemiyê şevê li gotûbêja tev kanala televîzyona Îranê bal kişand ser vê yekê ku emerîkî heya niha her derfetek bona lêxistina derbeyê li Îranê bi kar anîne û got : Ger jî pêngaveke erênî li bara muzakirên navokî hat dîtin ji ber hişyaria gel û berpirsan bitaybet tewsiyên rêberê giranqedr bûye.

Şêwirmendê rêberê giranqedr li karûbarên navneteweyî tekze kir : meselên bingehîn siyasetên navxweyî yên Îranê di destê rêberiyê ye û tu karek bîyî îzna wî cih nayê.
یاریدەدەری مەقامی مەزنی ڕێبەریی لە کاروباری نێونەتەوەییدا وتی هێزمەندیی و وریایی مەقامی مەزنی ڕێبەریی لە پاراستنی تەکنۆلۆژیی ناڤۆکی ، ئەمریکیەکانی ناچار بە وتووێژ لە گەڵ ئێران کرد .

عەلی ئەکبەری ویلایەتی یاریدەدەری مەقامی مەزنی ڕێبەریی لە کاروباری نێونەتەوەیی و سەرۆکی ناوەندی لێکۆڵینەوەی ئیستراتژیکی کۆگەی دیاریکرانی بەرژەوەندیەکانی نیزام ، شەوی یەکشەمە لە وتووێژ لە گەڵ کاناڵی یەکی تەلەفیزیونی ئێران وێڕای ئاماژە بەوەی کە ئەمریکیەکان تا ئێستا لە هیچ دەرفەتێک بۆ زەبر لێدان لە ئێران درێغیان نەکردووە وتی ئەگەریش هەنگاوێکی پۆزێتیڤ سەبارەت بە وتووێژە ناڤۆکیەکان بیندراوە بە هۆی وریایی گەل و بەرپرسان بە تایبەت ڕاسپاردەیەکانی مەقامی مەزنی ڕێبەری بووە . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu