ÎranNûçeRojhilatanavin

Ji sedî 98`ê opêrasyona rakirina kelefeyên Plaskoyê pêk hatîye

Berdevkê sazîya agirvemirandinê û xizmetên ewlehîyê ya şaredarîya Têhranê ragihand ku heta niha ji sedî 98`ê opêrasyona rakirina kelefe û bermahîyên avahîya Plaskoyê bidawî hatîye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Seyîdcelal Melikî îro dema pêkhatina qonaxên herî dawîyê yên opêrasyona berhevkirina kelefe û bermahîyên avahîya Plaskoyê got: Em di sietên dawîyê yên opêrasyona giran û lihevalîyayî ya bûyera hilweşîna avahîya Plaskoyê da ne ku ev opêrasyona bi hewldana bi şev û rojê ya personelên agirvemirandinê di roja nehem da yê bi dawî bê.

Wî herwiha got: Cenazên 15 agirvemirînerên şehîd ji bin kelefeyan hatine derxistinê û bi amadebûna rayedarên dadwerîyê radestî pizişkîya edlê hatin kirin lê di lêgerîna peydakirina meytên welatîyên asayî da me karî cesedên 4 kesan ji bin kelefeyan derxin.

Avahîya Plaskoyê li kolana Cimhûrîyê ya Têhranê siet 8`ê sibeya roja pêncşema hefteya buhurî agir berbûyê û hilweşîya û hejmarek personelên agirvemirandinê û welatîyên asayî di bin de man. Heta niha cenazê 15 agirvemirînerên şehîd ji bin kelefeyan hatine derxistinê û agirvemirînerek jî li nexweşxanê ji ber giranîya birînê şehîd bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu