Fermandê hêza ewlehiya bajêran a Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: Îran li warê berevanî û zanistê xwediyê hêz û şiyaneke baş e.
Serdar sertîp Huseyn Eşterî, fermandê hêza ewlehiya bajêran a Îranê, rewşa Îranê li warê berevanî û zanistî pir baş nirxand û got : Parastina yekitiya neteweyî û serbixwetiya Îranê wekî tenê riya îqtidar û pêşketina Komara Îslamî ya Îranê daxwaziya hemî şehîd û fidakaran e.
Serdar sertîp Eşterî destnîşan kir: Destkevtên berevanî, eskerî û ilmî yên Îranê bi bereketa xwîna şehîdan, viyana hêzên eskerî û ewlehiyê û hebûna hizr û morala cîhadî ya gel pêk hatine.
Îranê li warê eskerî ji wan mûşekî destkevtên baş hebûne ku her carê li meşqên curbicur tên nîşandayînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)