Îran Air û Boeing li Têhranê peymana kirîna 80 balefiran wajo kirin

Ev peymana li Têhranê navbera nunerên Şîrketa geştên esmanî ya Iran Air û Boeing`ê bi beşdariya Ebas Axondî wezîrê û çêkirina bajaran ê Îranê hat wajokirin.
Ferhad Perweriş rêvebeirê şîrketa firokevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê yekşemiyê li kêleka mersima wajokirina vê peymanê got : 50 balefirên modela 737 û 30 balefirên modela 777 ên panpeyker in ku li dewreyeke 10 salî dê radestî Îranê bên kirin.
Wezîrê rê û çêkirina bajaran ê Îranê piştî wajokirina vê peymanê got : Bi hatina van balefiran nav rêza hêza hewayî ya Şîrketa geştên esmanî ya Iran Air`ê, 50 hezar kursî zêdeyî hêza rêwîhilgirtina heway ya Îranê dibe.
Axondî diyar kir: Bi zûtirkê li gorî bidawîbûna kirrîna 100 balefirên Air Bus`ê û 20 balefirên ATR`ê, nûjenkirina balefirên hewayî yên Şîrketa geştên esmanî ya Iran Air`ê bi lezgînî dê were şopandinê.
Filçêr Barak Dal alîkarê rêveberê şîrketa Boeing`ê jî li kêleka vê mersimê got ku peyman a bi Îranê re ji aliyê dewleta Emerîkayê ve hatiye piştrastkirinê.
Li gorî gotina nunerê Boeing`ê, nirxa vê peymanê bi qasî 16 milyar û 600 milyon dolarî ye.
Wî bal kişand ser vê yekê ku piştî peymana Hezîrana Îsal îro belgeya dawiyê hat wajokirin û got : Em kêfxweş in ku Boeing`ê cardinê hevkariya xwe bi Îranê re destpê kiriye (BANGÊ ÎSLÂMİ).