ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran Air û Boeing li Têhranê peymana kirîna 80 balefiran wajo kirin

Ev peymana  li Têhranê navbera nunerên  Şîrketa geştên esmanî ya  Iran  Air û Boeing`ê bi beşdariya  Ebas Axondî wezîrê û çêkirina bajaran ê Îranê  hat wajokirin.

Ferhad Perweriş rêvebeirê şîrketa firokevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê yekşemiyê li kêleka  mersima  wajokirina vê peymanê got : 50 balefirên modela 737 û 30 balefirên modela 777 ên panpeyker in ku li dewreyeke 10 salî dê radestî Îranê bên kirin.

Wezîrê rê  û çêkirina  bajaran ê Îranê piştî wajokirina  vê peymanê got : Bi hatina van balefiran nav rêza hêza hewayî ya Şîrketa geştên esmanî ya  Iran  Air`ê, 50 hezar kursî zêdeyî hêza rêwîhilgirtina heway ya Îranê dibe.

Axondî diyar kir: Bi zûtirkê li gorî bidawîbûna kirrîna 100 balefirên  Air Bus`ê û 20 balefirên  ATR`ê, nûjenkirina  balefirên  hewayî yên Şîrketa geştên esmanî ya  Iran  Air`ê bi lezgînî dê were şopandinê.

Filçêr Barak Dal alîkarê rêveberê şîrketa  Boeing`ê jî li kêleka  vê mersimê got ku  peyman a bi Îranê re ji aliyê dewleta Emerîkayê ve hatiye piştrastkirinê.

Li gorî gotina  nunerê Boeing`ê, nirxa vê peymanê bi qasî 16 milyar û 600 milyon dolarî ye.

Wî bal kişand ser vê yekê ku  piştî peymana  Hezîrana  Îsal îro belgeya  dawiyê hat wajokirin û got : Em kêfxweş in ku Boeing`ê cardinê hevkariya xwe bi Îranê re destpê kiriye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu