NûçeRojhilatanavin

Îran amade ye bi dinyayê re danûstandinê bike

Serokê nivîsgeha serokkomartiya Îranê got: Îran amade ye bi hemû welatên dinyayê re danûstandinê bike.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mihemed Nehawendiyan ku bona beşdariya li konferansa aboriyê ya “Hilkolandina derfet û pirsgirêkên aboriyê yên Îranê“ a li Îngilistanê, çûye Londonê, roja çarşemiyê li gotûbêja tev rojnama aboriyê ya Financial Times`ê herwiha got, ji holêrabûna boykotan rewşa birin ji bo hemûyan ji bo Îran, welatên rojavayî û cîhanê pêk aniye.

Nehawendiyan destnîşan kir, Îran dixweze ku bi awayekî kêrhatî bi cîhanê re danûstandinê bike û dahatiya hevkariya di warê aboriyê de a di navbera Îran û cîhanê de, dê li ser kara hemûyan be.

Serokê nivîsgeha serokkomartiya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku Îranê rewşeka erênî û baş bona danûstandian tev dinyayê pêk aniye û pêgîrî kir ku beşên nift, gaz, maden, karistan û geştyariya Îranê, mecalên baş in ji bo sermayedaberên biyanî. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu