EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Îran amade ye peywendiyên xwe yên tev Almanyayê berfireh bike

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê, ji berfirehbûna peywendiyên Îranê tev Almanyayê di warên curbicur de yên siyasî û aboriyê , pêşwazî kir.

Li gorî rapora dayira dîplomasya giştî û medyayî ya wezareta karên derve ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, roja sêşemiyê li hevdîtina tev Markûs Êdrêr, alîkarê wezîrê karên derve yê Almanyayê li Têhranê, bal kişand ser şêwirînên bi dûhev ên siyasî, aborî, çandî û parlimanî yên di navbera rayedarên du welatan de û xwest ku hêsankariyên guncaw bona jordabirina danûstandinên ber bi zêdebûnê yên aborî, bazirganî û sermayedanîna dualî, pêk werin û dabîn bibin.

Wezîrê karên derve yê Îranê, bal kişand ser vê yekê ku Almanya yek ji wan welatên bi bandor û girîng ên li alûgorên navçeyî û navneteweyî ye û destnîşan kir, Almanya anegorî hin welatên ewrûpî, bi nihêrîneka neyênî li rastiyên li navçê nanêre û ev yeka hegereka girîn ji bo welatên li derveyî navçê tê hesêb ku bi dû nihêrînên aştiyane û aram bona derketina ji qeyranên navçê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu