ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran amade ye tev hemû welatên îslamî hevkarî û hevfikriyê bike

Li gor raporaSAHAR TV`yê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê li civîna dudyan a xwe tev baylozên welatên îslamî li Îranê bona damezirandina mozexaneya dîrok û medeniyeta cîhana îslamê destnîşan kir; Pêwîst e ev mozexana bibe sebeba hevgirtin, hevahengî û hevrêtiya li cîhana îslamê û bibe sebeba gotûbêja çanda îslamî tev medeniyetên din ên cîhanê berbiçavtir û bi tesîr bibe.

Zerîf got ku gelê misilman ê cîhanê xwedanê mêrateke çandî ya dewlemend in ku rolekî sereke û girîng li çand û medeniyeta mirovî heye.

Wî got: Welatên îslamî ne tenê dîrokeke dewlemend hene; Belku pêşeroja welatên îslamî jî zelal û kifş e.

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê bal kişande ser hevkariya welatên îslamî bona pêşketina hevdu û got: Roja îro navçê û cîhanê, bi taybet gelê Filistînê hewcetî bi hevrêtî, hevfikrî û hevgirtina misilmanan heye û pêwîst e welatên îslamî alîkariya xelkê Filistînê bikin.

Zerîf destnîşan kir; Tu hewcetî tune ku welatên misilman destê xwe ber bi welatên din ên biyanî dirêj bikin û ji van welatan alîkariyê bixwazin ji ber ku hinek ji welatên biyanî siyasetên tirsandina xelkê ji îslamê rewac didin û bêhurmetiya pîrozweriyên misilmanan dikin.

Civîna dudyan a Taxima Omena û Konseya Bilind a Mozexaneya Dîrok û Medeniyeta Cîhana Îslamê duh sêşemê bi pişkdariya Muhemed Cewad Zerîf, Elî Ekber Salihî serokê saziya enirjiya atomî ya Îranê , parêzgarê Qezvînê û hinek ji baylozên welatên îslamî li Îranê li Têhranê birêve çû.

Qirar e mozexaneya dîrok û medeniyeta cîhana îslamê li Qezvînê bê damezirandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu