Îran baweriya xwe li Emerîkayê nayne
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got ku Rêketinnama Navokî li gorî pêbaweriyê pêk nehatiye û Îran jî baweriya xwe li Emerîkayê nayne.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Muhemed Cewad zerîf çarşemiyê şevê li ramangeha lêkolînê ya Emerîkî ya civata Asiyayê li Niyoyorkê û li gotûbêja tev Çarlî Roz pêşkêşkarê binavûdeng ê emerîkî got: “Emerîka niha divê bi raghandina biryara xwe li bara Rêketinnama Navokî nîşan bide ku gelo civaka cîhanî dikare baweriya xwe li Waşengtonê bîne an nikare“.
Zerîf bal kişand ser vê yekê ku Îranê tu hevhatineke navneteweyî binpê nekiriye û tu hevcetî bi sînordariyên zêdetir tine û destnîşan kir: “Îran çek û sîlehên navokî ser qezanca berjewendiyên ewlehiya neteweyî ya xwe nizane û ger Emerîka ji Rêketinnama Navokî derkeve dê li gorî rewşê biryarên pêdivî bide“.
Wî her wiha serkutkirina neraziyan li Behreynê û nakokiya navbera Qeter û Erebistanê encama siyasetên şaş ên dewleta Donald Trumpê serokkomarê Emerîkayê li Rojhilata Navînê da zanîn û got: “Navça Rojhilata Navînê hevcedarê peyama gotûbêjê ye“.
Wezîrê derve yê Îranê bala xwe da ser siyasetên şaş ên Erebistanê li Yemen û Sûriyê û got: “Erebistana Siûdî wek aktoreke giring li navçê divê ji xeyala wêdebirina Îranê ji navçê dev berde ji ber ku dabînkirina ewlehiya navçê hevcedarê hevkariyê ye“.
Zerîf got: “Rêçareya Îranê jibo çareseriya qeyarna Yemenê û Sûriyê berûvajiya Erebistanê, damezrandian agirbesê, alîkariyên mirovheziyê, gotûbêjên siyasî û lidarxistina hilbijartinê jibo avakirina dewleta gitşalî ye“.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha giştpirsiya cidabûnê li Herêam Kurdistana Iarqê şaştiyeka giring a stratejîk da zanîn û got: “Dûhatên vê şaştiyê tenê pêsîra Herêma Kurdistana Iraqê nagre“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)