AsyaEwropaNûçe

Li Moskovayê helîkoptera perwerdehiyê ket: 3 mirî

Hat diyar kirin ku li herêma Moskovayê helîkoptera Mi-8 a ayidê Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ket û kesên di helîkopterê de bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa TASSê de got “li navçeya Lyuberetski ya girêdayî herêma Moskovayê di dema firîna perwerdehiyê de helîkoptera Mi-8 a ayidê Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ket.” Wezaretê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew li cihê bûyerê gihîştine 3 terman û got “di helîkopterê de 3 kes hebûn. Hemûyan jî jiyana xwe ji dest dan.” Tê gotin ku dibe ku helîkopter ji ber şert û mercên hewayê ketibe û hat dest nîşan kirin pisporên Xizmetên Rewşa Lezgîn xebatên xwe yên li cihê bûyerê didomînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu