ÎranNûçeRojhilatanavin

`Îran bi dû aşitî û ewlehiya navçê û kurtkirina destê dijminan û girtina mihaneyan ji wan e`

Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê îro yekşemê li civîna seranserî ya Saziya Dadweriya welêt li Têhranê got: `Dijmin bi dû nearamkirin û zêdekirina desthilata xwe li Rojhilata Navînê ye ta ku sîlahên xwe bifroşe welatên navçê û herwisa bi dû mihaneyan digere ta ku desthilata xwe li Rojhilata Navînê zêde bike`.

Ruhanî siyasetên Îranê berbenda li ser rêya zêdebûna desthilat û hêza Amerîkayê li navçê daye zanîn û destnîşan kir; `Armanca siyasetên derveyî yên Îranê danîna Ewrûpa, Rûsiya û Çînê li hemberî zêdexwaziyên Amerîkayê û şermezarkirina siyasetên destwerdanê yên Waşîngtonê ye`.

Serokkomarê Îranê bal kişande ser têkçûna plana Amerîka li Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî li bara biryarnama 2231`ê û bernama mûşekî ya Îranê û got: `Ewrûpa, Rûsiya û Çînê ev cure siyasetên Amerîka mehkûm kirin`.

Ruhanî got: `Niha Îran li rewşekê da ye ku Yeketiya Ewrûpayê, Çîn û gellek ji welatên afrîqî û asiyayî li gelek babetan da li kêleka Îranê ne`.

Serokkomarê Îranê herwisa bi kurtî behsa siyasetên nedirust ên Amerîkayê li bara Rêketina Navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1ê jî kir û got: `Îranê qet tu rêketinek tev Amerîkayê îmza nekiriye belkî ev rêketina tev grûpa 5+1î ye û her ji ber viya ye ku Rûsiya, Çîn û Ewropayêî neyariya xwe tev siyasetên Amerîka ragihandine`. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu