ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran biryarên neheq bi fermî nas nake

Wezîrê karên aborî û darayiyê yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê lîsteya navên kesayetî û saziyên navxweyî yên ku NY û Emerîkayê ew boykot kirine bi fermî nas nake.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, Elî Teyibniya wezîrê karûbarên aborî û darayiyê yê Îranê li berteka li hember biryara vê dawiyê ya Yekitiya navneteweyî ya rawestana li hember şuştina dirav (FATF) li dijî Îranê tekez kir: Cihanîna boykotên NY li nav Îranê li dijî kes û saziyên navneteweyî, fermî û rewa nîne.

Teyibniya destnîşan kir: Li rêketinnama navokî tu hukmek li bara vê yekê tine ku Komara Îslamî ya Îranê neçar be xizmetên  aborî û diravî nede sazî û  kesên  ber boykota NY li bara  behsên ne-navokî

Elî Teyibniya wezîrê karûbarên aborî û darayiyê yê Îranê tekez kir: Loma  tiştê ku  wek boykotan li bara mirov û saziyên navbuhurî tên cih anîn li bara  aliyên  navneteweyî ne ku diviya boykotên  NY biparêzin û eva tam ne li gorî desthilata Îranê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu