CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Boykota teze ya Amerîkayê li dijî Biryarnameya 2231`ê ye / Em ê pêngaveke beranber rabikin

Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê êvara îniyê bi weşandina daxûyaniyekê destnîşan kir: Berfirekirina şiyanên mûşekî yên Îranê ku tenê ji bo armancên berevaniyê û rakirina çekên asayî hatiye plandarêştin û dê tu wextê ji bilî berevaniya rewa neyên bikaranîn, mafê Îranê li gorî mafên navneteweyî û menşûra Neteweyên Yekbûyî bûye.

Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist: Her cûre destwerdana aliyên din di vî warî da binpêkirina qanûnên fermander ên mafên navneteweyî û derveyî hêjatiya her welat û rêxistinekîê ye.

Li vê daxûpyaniyê pêgirî hatiye kirin ku Komara Îslamî ya Îranê bi piştevaniya hizûr û piştgiriya hişmendane ya gelê mezin ê Îranê wê li dijî her cûre karê ku berjewendiyên gelê Îranê bike armanc bi awayekî guncaw û beranber bisekine.

Wezareta karên derve ya Îranê li vî warî da ragihand: Wisa ku li hemberî karên dijî îslamê yê dewleta Amerîkayê ya girtina rê li ber sefera îraniyan, dayîna vîzayê bo welatiyên amerîkî li çarçova pêvajoyeke taybet hat rawestandin, Komara Îslamî ya Îranê li hemberî karê teze yê Amerîkayê û wek karekî beranber, dê li bara sepandina bisînorkirinên qanûnî ji bo hejmarek ji kes û şirketên amerîkî ku li warê pêkanîn û alîkariya komên zêdegav û tundrê yên têrorîst li navçeyê rola wan hebûye an ji bo kuştin û serkutkirina gelê  bêberevan li navçeyê alîkariyê didin, dê bikeve tevgerê.

Wezareta karên derve ya Îranê her wiha li vê daxûyaniyê tevî bibîrxistina dubare ya vê xalê ku ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê bi ti awayî nayê gotûbêjkirin, destnîşan kir: Karên xav û nepijyayî yên dewleta Amerîkayê dê nebin sebeb ku Komara Îslamî ya Îranê dest ji şopandin û dewama siyaseta xwe ya bingehîn li warê parastina aştî û aramiya navçeyê û sekinîna li hemberî têrorîsm û zêdegaviyê bikişîne.

Di dewama liv û tevgerên dijminane yên dewleta Amerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê, wezareta xezînedariya Amerîkayê roja îniyê bi weşandina daxûyaniyekê li malpera xwe, 25 kesayetiyên hiqûqî û rasteqîn li lîsteya boykotên Amerîkayê dijî Îranê zêde kir.

Mehneya boykotên teze yên Amerîkayê ceribandina mûşekî ya Îranê hatiye zanîn; Karê ku li dijî Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar û Biryarnameya 2231`ê ya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) nîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu