IraqNûçeRojhilatanavin

Hadî Amirî Hêzên Bedrê ji berê xurtir bûne

Hadî Amirî fermandarê Sazîya Bedrê ya Iraqê îro got ku ev sazîya xîmê hêzên gelanî yên Iraqê (Heşda Şebî) tê hesêb û bûye hêza herîmezin a Iraqê û ji berê xurtir bûye.

Li gorî rapora malpera rojnama Quds ErebîAmirî bi gotina vîya ku hêzên Bedrê li nav hêzên din ên çekdar qaweteke zêdetir hene, da zanîn ku van hêzana destkevtên mezin li meydanên curbicur hebûne û karîne têrorîstên DAIŞ`ê ji deverên curbicur ên Iraqê derxin.

Amirî desnîşan kir, hin kes Sazîya Bedrê “ dengê neasayî û tund“ wesif dikin, ev gotin nikarin pêşîya pişkdarîya hêzên Heşdî Şeibî li opêrasyonên azadkirina Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê, Şerqat li parêzgeha Selahedînê û Mûsil navenda parêzgeha Nêynewayê bigirin.

Berî vîya Mihemed Hetab berdevkê hêzên Seraya Cehad`ê gotibû ku hêzên Heşdi Şeibî beşeke ji hêzên çekdar ên Iraqê ne û bin çavdêrîya fermandarê erkantîya giştî ya hêzên Iraqê da ne û mafê kesî nîne xeteke sor jibo hêzên têkoşer kifş bike hêzên ku axa Iraqê li hemberî koma têrorîst a herî bitalûke li dîroka Iraqê diparêzin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê, wezîêr berevanîyê û wezîrê karên derve yên Iraqê li ser pişkdarîya hemî hêzên iraqî ji wan Heşdi Şeibî li opêrasyona azadkirina Mûsilê sekinnîe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu