ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Ceribandina moşekan Hurmuz-2 ji bo parastinê ye

Yek ji Fermandarê Artêşa Pasavanên Îranê Emîr Elî Hecîzade ragihand ku wan ceribandina nû ya moşekên balîstik Hurmuz-2 ku li hedefên deryayê xistiye, pêk anîye.

Hecîzade diyar kir ku moşekan bi awayekî serkeftî li zêditirî 100 armancên 250 kîlometrî dûr xistine û got, ‘Menzîla moşekan digihe heta 300 kîlometreyan û derfeta lêdana hedefên hesas dide.’

Şêwirmendê berê yê Wezareta Derve yê Îranê Sabbah Zanganeh jî da xuyakirin, erda Îranê ji kendava Basrayê heta Zeryaya Hindê xwedî herêmên beravî yên mezin e ku pêwîstiya wan bi parastinê heye.

Zanganeh got, ‘Mafê Îranê ye ku erda xwe û berjewendiyên xwe yên netewî biparêze. Ev maf ji aliyê qanûnên navnetewî ve jî tê naskirin.’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu