ÎranNûçeRojhilatanavin

Xulamelî Xweşrû: Boykotên Amerîka ya dijî Îranê wek binpêkirina aşkira ya qanûnên navneteweyî yê

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî û vegeriyana boykotên vî welatî dijî Îranê wek binpêkirina aşkira ya qanûnên navneteweyî da zanîn û destnîşan kir ku civaka navneteweyî divê li hemberî binpêkirina pergala mafên navneteweyî raweste.

Li gorî rapora Fars Newsê, Xulamelî Xweşrû, Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li nivîsarekê ku roja Çarşemiyê li rojnameya Guardianê hat weşandin tevî gotina vê yekê ku derketina dewleta Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî karesatek ji bo dîplomasiya çendalî bû, got: Reşeya yekalîtîşopiya zêdegav, zordestiya tam û beşdarnebûna li rêxistinên bingehîn ên cîhanî ne tenê gefek li dijî Îranê belkî gefek li dijî hemî welatan e.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha bala xwe da ser hişyariyên Trump bo welatên din derbarê bazirganiya tev Îranê û got: Ev yekem car e ku endamekî Konseya Ewlehiyê ya NY cîhanê ji ber sozdariya derheqê biryarnameya vê konseyê û ne ji bo binpêkirina wê tembî dike.

Başa dön tuşu