ÎranNûçeRojhilatanavin

Nigeraniya civaka cîhanî ji bernameyên navokî yên Rêjîmam Siyonîst

Nûnerê Îranê li Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê (IAEA) got: Bernameya navokî ya çekdarî ya rêjîma Israîlê sedema nigeraniya civaka navneteweyî ye.

Ria Necefî nûnerê Îranê li Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê (IAEA) roja îniyê li civîna demsalê ya meha mijdarê ya Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê (IAEA) bal kişande ser bandora nerênî ya siyaseta ducûre ya welatên rojavayî li bara bernameya navokî ya Rêjîma siyonît li ser ewlehiya navçeyê û destnîşan kir: Baldariya deqîq û hilkolandina ciddî ya Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê (IAEA) li ser vê mijarê pêwîst e.

Necefî amaje bi daxwazên li pey hev ên civaka navneteweyî li çarçova biryarnameyên Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê (IAEA) li bara tevlîbûna Israîlê nav Soznameya Qedexeya Berhemanîn û Berfirehkirna Çekên Navokî (NPT) û ketina navendên navokî yên wê rêjîmê bin çavdêriya tam a padmanên Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê (IAEA), her viha got: Rêjîma Siyonîst di heyama salên bihurî da bi berçavnegirtina daxwaza rewa ya civaka navneteweyî û binpêkirina eşkere ya hemî qanûn û qirarên navneteweyî bernameya navokî xwe ya leşkerî domandiye.

Nûnerê Îranê li Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê (IAEA) xwest ku her cûre hevkarî û veguehstina made û alav û amorên navokî bo Rêjîma Israîlê bê qedexekirin û li bara bandorên nerênî yên kiryarên viha li ser ewlehiya navçeyê û mayîndetiya pêvajoya qedexeya berfirekirina çekên navokî hişiyarî da.

Balyozê Urdinê li Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê (IAEA) bi xwendina daxûyaniyekê ji aliyê welatên endamê Koma Ereban, tevî şermezarkirina piştgiriya wlatên rojavayî ji bernameyên navokî yên Rêjîma Siyonîst, xwest ku ev rêjîma bêyî şert û mercan tevlî Soznameya NPT`tê bibe p pêgirî kir: Heta serêxwegirtina vê yekê mijara bernameyên navokî yên Israîlê ku gefek li dijî ewlehiya navçe û cîhanê ye gere ku di rojeva Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê (IAEA) da bimîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu