NûçeRojhilatanavin

Rexneya wezareta karên derve ya Îranê ji dirêjkirina pêspartiya Ehmed Şehîdi

Birêvebirê giştî yê siyasî û karên navneteweyî ya wezareta karên derve ya Îranê ji dirêjkirina pêspartiya raporkirê taybet ê NY, Ehmed Şehîd ji bo ragihandina rewşa mafên mirovan li Îranê rexne kir.

Li gorî rapora birêvebirê giştî yê siyasî û karên navneteweyî ya wezareta karên derve ya Îranê, Hemîd Beîdînijad îro pêncşemiyê, 24`ê adara 2016`an, ji welatên ku dengê erênî dane dirêjkirina pêspartiya raporkirê taybet ê mafên mirovan ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Ehmed Şehîd, rexne kir. Wî got: Dengê erênî yê sê welatên Erebistan, Qeter û Imaratê ku pergala siyasî û civakî ya wan heta li gorî kêmtirîn pîvanên mafên mirovan nine, tam siyasî ye.

Beîdînijad her viha got: Ji hêla siyasî va eva ku gişt dengên nerênî û bêalî, bi awayekî berbiçav zêde ji hejmara dengên erênî ye, nîşana piştgiriya lawaz ji vê biryarê ye, lê pîvana pesendkirinê, biryara piraniya dengên erênî ye.

Konseya mafên mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi 20 dengên erênî, 15 dengên nerênî û 11 dengên bêalî dirêjkirina pêspartiya raporkirê taybet ê NY ji bo ragihandina rewşa mafên mirovan li Îranê pesend kir.

Welatên rojavayî pişta vê biryarê girtin û welatên tevgera qeydnenasan ji welatên dij yan bêalî li bara vê biryarê bûn. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu