IraqNûçeRojhilatanavin

Peydakirina 500 meytî li gorneke komkî li Mûsilê

Dayra ragehandinê ya Heşda Şebî ragehand ku, wan li girtîgeha Badoşê ya bajarê Mûsilê gorek bikom dîtine, tê de 500 termên girtiyan ku, ji aliyê çekdarên DAIŞ`ê ve hatibûn kuştin hene.

Navenda propagandê ya hêzên heşdi Şeibî di daxûyanîya xwe de ragihand ku di girtîgeha Badoşê ya bajarê Mûsilê de goreke komkî hatiye dîtin, meytên têda yên wan girtîyan in ku ji aliyê çekdarên DAIŞ`ê ve di sala 2014`an da hatibûn kuştin.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê ew kesana dema serdestîya li hepsa Badoşê di 11`ê Hezîrana sala 2014`an da li gorî bawerîyên dînî û mezhebî ji hev cida kirin û 675 girtî bi hegera cidatîya dînî û mezhebî qirr kirin. Hêzên hevpar ên ewlehîya Iraqê û Heşdi Şeibî îro giheştin komavahîya ser bi zîndana Badoşê ku piştî Ebûxureybê li rojavaya Bexdayê, hepsa herîmezin a Iraqê ye.

Televîzyona Al-Alamê jî ragihand ku hêzên seferberîya gelanî li Iraqê 87 têrorîstên DAIŞ`ê ku rola wan li komkujîya li hepsa Badoş a li Mûsilê hebû, girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu