Bîjen Zengene, wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê, çarşemiyê şevê li Viyenayê ragihand ku Îran domandina hevkhatina kêmkirina berhemanîna niftê jibo her du dewreyên 6 an neh mehî erê dike.
Li gorî gotina IRNA`yê, Zengene ku jibo beşdariya li 173 mîn civîna OPEC`ê di Viyenayê de ye, çarşemiyê şevê li bersiva pirsên nûçegîhanan li bara du pêşniayrên derheq domandina 6 mehî an 9 mehî ya hevhatina kêmkirina belavkirina niftê got: Li gorî dengê piraniya endaman, em jî her du demên hanê pesend dikin.
Rojekê beriay 173 mîn civîna OPEC`ê li Viyenayê, şêwirîna wezîrên niftê û enerjiyê yên endamên OPEC`ê tev berhemhênerên niftê yên neendamê OPECê (JMMC) dewam kir û wezîrê enrejiyê yê Rûsiyê li bara hevhatina jibo dirêjkirina hevhatina kêmkirina berhemanîna OPEC û ne OPECê agahî da.
Şeşemîn civîna komîta çavdêriyê ya hevpar a wezîrên OPEC`ê û JMMCçarşemiyê piştî nîvro li nivîsgeha OPEC`ê li Viyenayê hat lidarxistin.
173 mîn civîna OPEC`ê û her wiha sêhem civîna wezîrên OPEC û JMMC`yê jî biryar e roja pênşemiyê, 30 Mijdarê li Viyenayê were lidarxistin û tê texmînkirin ku wezîrên niftê yên van welatana li bara dirêjkirina hevkhatina kêmkirina berhemanînê biryarê bidin.
OPEC`ê li civîna fermî ya 30 Mijdara 2016`an li Viyenayê bo cara yekê ji sala 2008`an kêmkirina berhemanînê pesend kir da ku bi kêmkirina belavkirina niftê li bazarê, destketê bide jordeçûyîna buhayan.
Li gorî vê hevhatinê biryar hat dayînê ku OPEC`ê, milyonek û 200 hezar bermîl li rojê ji asta berhemanîna xwe kêm bike.
Îran, Cezayir, Angola, Êkwador, Gîneya ustuwayî, Gabon, Iraq, Kuweyt, Nîcêr, Qeter, Erebistan, Îmarat û Venezeula, endamên OPEC`ê ne.
Niha berhemaanîna nifta endamên OPEC`ê zêde ji 33 milyon û 600 hezar bermîl di rojê de ye. Asta derfirotina nifta Îarnê jî nêzîkî 2 milyon û 600 hezar bermîl di rojê de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)