İslami Davet Kurdi Bange İslami

Îran domandina hevhatina kêmkirina berhemanîna niftê jibo her du dewreyên 6 an neh mehî erê dike

Bîjen Zengene, wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê, çarşemiyê şevê li Viyenayê ragihand ku Îran domandina hevkhatina kêmkirina berhemanîna niftê jibo her du dewreyên 6 an neh mehî erê dike.

 Li gorî gotina IRNA`yê, Zengene ku jibo beşdariya li 173 mîn  civîna  OPEC`ê di Viyenayê de ye, çarşemiyê şevê li bersiva  pirsên  nûçegîhanan li bara du pêşniayrên derheq domandina   6 mehî an 9 mehî ya hevhatina  kêmkirina belavkirina  niftê got: Li gorî dengê piraniya  endaman, em jî her du demên hanê pesend dikin.

Rojekê beriay 173 mîn civîna  OPEC`ê li Viyenayê, şêwirîna  wezîrên niftê û enerjiyê yên endamên OPEC`ê tev berhemhênerên  niftê yên neendamê OPECê (JMMC) dewam kir û wezîrê enrejiyê yê Rûsiyê li bara  hevhatina  jibo dirêjkirina  hevhatina kêmkirina  berhemanîna  OPEC û ne OPECê agahî da.

Şeşemîn  civîna  komîta çavdêriyê ya hevpar a wezîrên OPEC`ê û  JMMCçarşemiyê piştî nîvro li nivîsgeha OPEC`ê li Viyenayê hat lidarxistin.

173 mîn  civîna  OPEC`ê û her wiha  sêhem civîna  wezîrên OPEC û JMMC`yê jî biryar e roja pênşemiyê, 30 Mijdarê li Viyenayê were lidarxistin û tê texmînkirin ku wezîrên niftê yên van welatana  li bara dirêjkirina  hevkhatina kêmkirina  berhemanînê biryarê bidin.

OPEC`ê li civîna fermî ya 30 Mijdara 2016`an  li Viyenayê bo cara yekê ji sala 2008`an  kêmkirina  berhemanînê pesend kir da ku bi kêmkirina  belavkirina  niftê li bazarê,  destketê bide jordeçûyîna buhayan.

Li gorî vê hevhatinê biryar hat dayînê ku OPEC`ê, milyonek û 200 hezar bermîl li rojê ji asta berhemanîna  xwe kêm bike.

Îran, Cezayir, Angola, Êkwador, Gîneya ustuwayî, Gabon, Iraq, Kuweyt, Nîcêr, Qeter, Erebistan, Îmarat û Venezeula, endamên OPEC`ê ne.

Niha berhemaanîna  nifta endamên OPEC`ê zêde ji 33 milyon  û 600 hezar bermîl di rojê de ye. Asta derfirotina nifta Îarnê jî nêzîkî 2 milyon û 600 hezar bermîl di rojê de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version