CîhanEwropaNûçe

Zarokekî enqaza balafireke di 1944an de ketiye û pîlotê wê dît

Li bajarê Birkelse yê bakurê Denmarkê zarokekî 14 salî dema ji bo dersa xwe ya dîrokê li kelûpelan digeriya rastî bermayîyên balafireke Alman a di Şerê Cîhanê yê Duyem de ketiye bû.

Bavê zarokê bi navê Daniel, Klaus Kristiansen di daxuyaniya xwe ya CNNê de da zanîn ku Daniel ji bo lewheyên kevin peyde bike û nîşanî hevalên xwe yên dersa dîrokê bide derketibû gerê, lê li şûna lewheyan wan gewdeyê balafira Messerschmitt a nêçîrvan dîtiye.

Kristiansen diyar kir ku dema wan 7-8 metre erd vedaye, ew digel parçeyên metal rastî hestiyên mirovan û parçeyên cilûbergan hatine.

Bavê Daniel bi bîr xist ku bavê wî jê re behsa ketina balafireke Almanî di sala 1944an de kiriye.

Ji aliyê din ve rêveberên Mûzexaneya Dîrokê ya Jutlandê diyar kirin ku wan parçeyên balafirê û tiştên pîlot birine, lê nekarîne nasnameya pîlot diyar bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu