Îran: Eger Tirkiye rast dibêje, bila nehêle rêxistinên çekdar agirbestê binpê bikin
Behram Qasimî got: Gotinên nelirê yên rayedarên Tirkiyeyê rewşa herêmê tevlihev dikin û dibin sedema alozbûna kirîza Sûryeyê.
Li gor rapora Kurdpress`ê, Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li hember gotinên gotinên rayedarên Tirkiyeyê bertek nîşan da û got: Gotinên nelirê yên rayedarên Tirkiyeyê rewşa herêmê tevlihev dikin û dibin sedema alozbûna kirîza Sûryeyê.
Qasimî got: Komara Îslamî ya Îranê wekî şirîkê peymana sêalî ya Moskoyê, bi awayekî cidî li serr bicihanîna sozên xwe sikikiye û li bendê ye ku Tirkiye bi helwestên nebaş sozên xwe binpê neke.
Wî her wiha got: Agirbesta Sûryeyê gelek caran ji aliyê rêxistinên çekdar ve hatiye binpêkirin û li gor agahiyên bibelge rêxistinên çekdar di rojekê de zêdetirî 45 caran agirbest binpê kirine.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Eger rayedarên Tirkiyeyê dixwazin agirbest bikeve meriyetê, bila li dijî binpêkirinên rêxistinên çekdar derkevin û her wiha bi helwestên nerast aliyên din tawanbar nekin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)