ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Em naxwazin kirîza bi Erebistanê re berdewam be

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand, Îran naxwaze kirîza bi Erebistana Siûdiyê re berdewam be.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di çarçoveya geşteke 2 rojî de serdana Pakistanê kir. Hesen Rûhanî duh Înê 25ê Adarê gihîşt Îslamabad a paytexta Pakistanê û îro şemî 26ê adarê jî ligel Serokwezîrê wî welatî Newaz Şerîf civiya.

Piştî civînê Hesen Rûhanî di konfranseke rojnamevanî de amade bû.

Rûhanî tekezî li ser têkiliyên baş ên navbera Îran û Pakistanê kir û ragihand, ku hertim di navbera Îran û Pakistanê de hevkarî hebûye.

Rûhanî da xuyakirin, ku dê piştî vê serdana wî têkiliyên aborî û bazirganî yên navbera her du welatan berfirehtir û xurttir bibin.

Em naxwazin kirîza bi Erebistanê re bidome

Serokomarê Îranê herwiha amaje bi kirîza navbera welatê xwe û Erebistana Siûdiyê kir û hêviya bidawîbûna nakokiyên navbera her du aliyan û kirîza navbera her du welatan xwast.

Hesen Rûhanî got, Îran û Erebistana Siûdiyê du welatên mezin û giring ên cîhana îslamî ne, ku rolek bi bandor di cîhana îslamê de hene û pêwîst e ku her du alî arîşeyên xwe çareserkirin. (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu