İran: Emerîka û alîgirên wê berpirsê pirsgirêk û derdên xelkê mezlûm ê Filistînê ne
Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê cinayetên roja duşemiyê yên eskerên Rejîma Siyonîstî li zîvala Gazayê û erdên din ên Filistînê şermezar kir û daxwaz berteka civaka navneteweyî li hember cinayetên siyonîstan kir.
Gelê zîvala Gazayê û erdên din ên Filistînê roja duşemiyê hevgavê vekirina balyozxana Emerîkayê li Qudsa dagirbûyî û her wiha bereberê salroja dagirkirina Filistînê, (15 Gulanê) dest bi xwenîşandanê kirin.
Ev xwenîşandana bi êrişa eskerên Rejîma Siyonîstî rastî şîdetê hat. Eskerên Rejîma dagirkirê Qudsê herîkêm 55 filistînî şehîd kirin û zêde ji 2000 kes jî birîndar kirin.
Li gorî rapora Mehr News’ê, Qasimî bal kişand ser vê yekê ku kuştina zarok, jin û xelkê bêberevan ê Filistînê û dagirkirina erdên Filistînê bûye startejiya sereke ya siyonîstan li dirêjahiya 70 salên derbasbûyî û destnîşan kir: Roja duşemiyê emerîkî û siyonîst li balyozxana Emerîkayê li kêleka tevkujiya hovane ya mirovên bêguneh cejn û şadî kirin.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, cinayeta berdewam a siyonîstan li Filistînê encama piştgiriya Emerîka û lihevkirina xayinane û bêdengiya rezîlane yên hin dewletên navçê da aznîn û got ku Emerîka û alîgirên wê berpirsê pirsgirêk û derdên xelkê mezlûm ê Filistînê ne.
Qasimî bi raghandina piştgiriya Îranê ji têkoşîna rewa û berxwedana sebûrane a gelê misilman ê Filistînê li hember sêkunca zêr û zordarî û durûtiyê, ji rêxistin û civakên navçeyî û navneteweyî xwest ku bila bi liv û tevger û kirayakeke lezgîn, cinayetên Rejîma dagirkirê Qudsê şermezar bikin û vê rejîmê weke cinayetkarê cengê ji dadgeha navneteweyî re bidin nasandinê.
Qasimî ji gelên misilman û azadîxwazên cîhanê jî xwest ku bila bi lidarxistina meş û civînên nerazîbûnê, cinayetên siyonîstan li Filistînê û kiryara neqanûnî ya dewleta Trump li ragihandina Beyt Ul-Muqedesê wek paytexta Rejîma dagirkirê Qudsê, bi gelê Filistînê re hevgirtina xwe raghînin.
Emerîkayê roja duşemiyê tevî dijberiyên berfireh ên navçeyî û cîhanî, balyozxana xwe ji Telavîvê guhest Qudsê.