FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

İran: Emerîka û alîgirên  wê berpirsê pirsgirêk û derdên  xelkê mezlûm ê Filistînê ne

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê cinayetên roja duşemiyê yên eskerên Rejîma Siyonîstî li zîvala Gazayê û erdên din ên Filistînê şermezar kir û daxwaz berteka civaka navneteweyî li hember cinayetên siyonîstan kir.

 Gelê zîvala  Gazayê û erdên din ên  Filistînê roja duşemiyê hevgavê vekirina balyozxana  Emerîkayê li Qudsa dagirbûyî û her wiha  bereberê salroja dagirkirina  Filistînê, (15 Gulanê) dest bi xwenîşandanê kirin.

Ev xwenîşandana   bi êrişa eskerên Rejîma Siyonîstî rastî şîdetê hat. Eskerên Rejîma dagirkirê Qudsê herîkêm 55 filistînî şehîd kirin û zêde  ji 2000 kes jî birîndar kirin.

Li gorî rapora  Mehr News’ê,  Qasimî bal kişand ser vê yekê ku kuştina  zarok, jin û xelkê bêberevan ê Filistînê û dagirkirina  erdên Filistînê bûye startejiya  sereke ya  siyonîstan li dirêjahiya 70 salên derbasbûyî û destnîşan kir: Roja duşemiyê emerîkî û siyonîst li balyozxana  Emerîkayê li kêleka  tevkujiya  hovane ya mirovên  bêguneh cejn û şadî kirin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, cinayeta berdewam a siyonîstan li Filistînê encama  piştgiriya  Emerîka û lihevkirina xayinane û bêdengiya  rezîlane yên hin dewletên navçê da aznîn û got ku  Emerîka û alîgirên  wê berpirsê pirsgirêk û derdên  xelkê mezlûm ê Filistînê ne.

Qasimî  bi raghandina piştgiriya  Îranê ji têkoşîna rewa û berxwedana  sebûrane a gelê misilman ê Filistînê li hember sêkunca  zêr û  zordarî û durûtiyê, ji rêxistin û civakên  navçeyî û navneteweyî xwest ku bila bi liv û tevger û kirayakeke lezgîn, cinayetên Rejîma  dagirkirê Qudsê şermezar bikin û vê rejîmê weke cinayetkarê cengê ji dadgeha  navneteweyî re bidin nasandinê.

Qasimî ji gelên misilman û azadîxwazên  cîhanê jî xwest ku bila bi lidarxistina  meş û civînên  nerazîbûnê, cinayetên  siyonîstan li Filistînê û kiryara  neqanûnî  ya  dewleta Trump li ragihandina  Beyt Ul-Muqedesê wek paytexta  Rejîma dagirkirê Qudsê, bi gelê Filistînê re  hevgirtina xwe raghînin.

Emerîkayê roja duşemiyê tevî dijberiyên berfireh ên navçeyî û cîhanî, balyozxana  xwe ji Telavîvê guhest Qudsê.

Başa dön tuşu