AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Muzakirên dualî yên serokomarên Îran û Vîtnamê

Muzakirên dualî yên serokê Komara Islamî ya Îranê û komara Vîtnamê îro berî nîvro li koçka serokomartîya Vîtnamê destpê bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Çan Day Govan serokomarê Vîtnamê berî destpêbûna muzakireyên dualî bi fermî ji Hesen Rûhanî serokê Komara Islamîya Îranê pêşwazî kir.

Heke muzakire bigihêjin encamê yê gellek belgeyên hevkarîyê bên wajokirin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê li yekem qonaxa serdana xwe ya welatên başûra rojhilata Asyayê duh danê êvarê ligel taximeke sîyasî û aborî derbasî bajarê Hanoy paytexta Vîtnamê bû.

Biryar e ku Rohanî îro bi Nêgoyan Şovan Pok serokwezîr û Nêgoyîn Fo Trong serokê giştî yê Partîya Komonîst a Vîtnamê ra hevdîtinê pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu