AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Îran firotina niftê bo şîrketa Anî ya Îtalîyayê destpê kir

Rêvebirê karên navnetewî yên şîrketa netewî ya nifta Îranê got: Têhranê peymaneke demkurt bi şîrketa Anî ya Îtalîyayê ra jibo firotina nifta xav wajo kirîye.

Muhsin Qemserî bibîr xist: Ev peymana demkurt di çarçova hewldanên jibo vejîyandina lihevkirina berê ya şîrketa netewî ya nifta Îranê û şîrketa nifta Îtalîyayê ku berî boykotên zalimane li dijî Têhranê cih dihat, hatîye wajokirinê.

Qemserî herwiha got: Muzakireyên jibo wajokirina peymaneke demdirêj niha didomin.

Rêvebirê karên navnetewî yên şîrketa netewî ya nifta Îranê herwiha got: Peymanek jî di navbera şîrketa netewî ya nifta Îranê û şîrketa Saras a Îtalîyayê jibo firotina nifta xav hatîye îmzakirinê.

Şîrketa Anî`yê yek ji bikirrên sereke yên nifta Îranê berî destpêbûna boykotên zalimane li dijî Îranê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu