CîhanNûçeRojhilatanavin

Du trên bi serserkî li hev qelibîn: Bi kêmî 20 kes birîndar bûn

Li bajaroka Kritzendorf a girêdayî bajarê Tullnê yê Awusturyayê du trênên rêwiyan bi serserkî li hev qelibîn. Li gor agahiyên destpêkê bi kêmî 20 kes birîndar bûn.

Televizyona Dewleta Awusturyayê ORFê ragihand, 2 trênanan li 20 kîlometr nêzîkî paytext Vîyenayê li hev qelibîne ku hîn sedema qezayê nehatiye zanîn.

Berdevkê saziya agirkujiyê Franz Resperger da xuyakirin ku di rûdanê de vagonên trênê ji hesin derketine û qulibîne.

​Li gor zanyariyên destpêkê Resperger ragihand ku 4 kes giran, bi tevahî 20 kes birîndar bûne û tîmên hawarçûnê xebatên xwe ji bo rizgarkirinê berdewam dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu