İslami Davet Kurdi Bange İslami

Îran îdiaya Amerîka ya ku Tehran çekan dişîne Yemenê red dike

Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Seîd Îrevanî di nameya xwe ya ji bo serokê Konseya Ewlekariyê de îdiaya Amerîkayê ya ku ji Îranê çek şandine Yemenê derewand.

Îrevanî di nameya xwe de got: Îran van tohmetên bêbingeh red dike û wan wek hincet dibîne ku Amerîka ji bo rewa û meşrûkirina kiryarên neqanûnî û êrişên leşkerî yên li dijî Yemenê bikar tîne.

Îrevanî got: “Îran pabendî biryarên 2140 (2014) û 2216 (2015) yên Encûmena Ewlekariyê ye û ti çalakiyên berevajî van biryaran nekiriye, di nav de firotin û veguhestina çekan. Wî got: “Herweha Îran hertim berevaniyê ji çareseriya aştiyane ya kirîza Yemenê bi rêyên dîplomatîk dike û tekezî li ser pêbendbûna xwe bi ewlehiya deryayî dike”.

Balyoz Îrevanî got: “Îran careke din êrişên leşkerî û kiryarên neqanûnî yên Amerîka û Brîtanya li Yemenê şermezar dike; Wî got: “Ev êrîşa leşkerî bi eşkere serwerî û yekparçeyiya axa Yemenê, yasayên navneteweyî, peymana Neteweyên Yekbûyî û biryarên pêwendîdar ên Konseya Ewlekariyê binpê dike û metirsiyeke cidî li ser aştî, aramî û ewlehiya navçê ye.”

Exit mobile version