ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Îran: Îdiayên dibêjin Sûriye wê bibe 3 perçe, derew in

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî diyar kir ku îdiayên dibêjin Sûriye wê dabeşî 3 herêman bibin, derew in.

Behram Qasimî di civîna xwe ya heftane de axivî û got îdiayên hinek saziyên çapemeniyê yên dibêjin Sûriye di bin kontrola Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de wê dabeşî 3 herêman bibin, rastiyê nîşan nadin.

Qasimî anî ziman ku helwesta Îranê ya di derbarê welatên herêmê de diyar e û got, “Em hevgirtina axa Sûriyeyê û serweriya wê ya netewî diparêzin. Divê Sûriye xwediya hevgirtina ax û serweriya netewî ya xwe be û em ê destûrê nedin ku Sûriye têkeve bin bandora welatên din, heta em nahêlin têkev bin bandora Îranê jî. Guhertina sînoran û binpêkirina serweriya netewî ya dewletan şaş in û divê em bala xwe nedin îdiayên wisa.”

Behram Qasimî da zanîn ku sepandina peyman a Sûriye û Moskowê baş e û serkeftî ye û got welatên din beşdarî Rûsya, Îran û Tirkiyeyê nebûye. Qasimî dest nîşan kir ku hevdîtinên me yên dualî yên ligel hevkarên me yên Moskowê berdewam dikin û wê bi hikumeta Sûriyeyê re jî berdewam bikin. Rayedarê Îranî di axaftina xwe de derbirî ku heta niha tê xuya ku di warê qeyrana Sûriyeyê de sê welat, Îran, Rûsya û Tirkiyeyê wê midaxîl be û got her wiha hikumeta Sûriyeyê û komên mixalîf ên wê beşdarî civîna Astanayê bibin jî alîgirên pirsgirêka Sûriyeyê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu