EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Salihî: Pirsgirêka rojava tev inqilaba Îranê ye

Elîekber Salihî roja duşemiyê li duwemîn merasima navenda pisporî ya medyayê got: Me bi inqilaba xwe îdeolojî, felsefa siyasî, jiyan û şêwaza hukimdariya  nû raberî cîhanê kir û 37 salên buhurî nîşan da ku ev felsefeya nû dikare kêrhatî be û li hember bahozan  berxwe bide û raweste. Salihî got: Emerîkayê teklîfa xwe bi hevrikên xwe yên nihanhêz safî kiriye li halekê ku dibîne welatek li hember wê sekiniye û eva pirsgirêkeke siyasî ye ku li valahiyê pêk nayê û hewcedarê berhemanîna naverok û hizrê ye. Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê sipasiya medyaya neteweyî bitaybet kanalên Press TVyê, Al-Alamê û Hîspan TV`yê kir û got : Medyaya neteweyî bi îmkanên pir kêm anegorî kanalên biyanî pir baş xebitiye û xwe nimandiye lê kiryarên cihhatî kêm e û dengê me divê li cîhanê bilindtir were bihîstinê. Salihî tekez kir: Li vê barê em hewceyê lezgîniyeke zêdetir in û Emerîka jî ji ber vê yekê ketiye fukaran ku naveroka  berhemên Komara Îslamî ya Îranê bigihe  guhê cîhanê. Salihî bal kişand ser vê yekê ku bi cihanîna rêketinnama  navokî ya zengînkirinê û berhemanîna ava giran li Îranê tim hatiye parastin û got : Mesela zêdetiya ava giran , H2O2 ya  Îranê niha biryar e bê firotin û pêşeya  navokî jî baş xebatê dike loma rexnegir divê biînsaf bin û li qazancên  neteweyî fikrê bikin. Serokê Rêxistina  Enerjiya Atomê got : Bankên  mezin ên ewrûpî bi zexta  Emerîkayê carê bi me re hevkariyê nakin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu