ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran ji derfiroşên sereke yên gazoyîl (mazot) ye û yê bi zûtirkê li warê bênzînê jî bibe derfiroş

Ishaq Cehangîrî îro li civîna civata dabînkirina ava parêzgeha Kirmanê li başûra rojhilata Îranê herwiha got: Dewleta yanzdehem ango delweta Hesen Rûhanî bala xwe da ser meydana Parsa Başûr û asta sûdwergirtina Îran û Qeterê ji vê meydanê giheşte asta beranber û di sala nû ango sala 1396`ê da jî yê asta sûdwergirtina Îranê ji meydana Parsa Başûr jorda here.

Alîkarê yekem ê serokkomarê Îranê bal kişand ser geşatî û pêşketina zef baş a welêt li warên pêşe û cotkarîyê di sala buhurî da û got: Di sala 1395`ê da li gorî baldarîya taybet a dewletê ser berhemanîna gênim, zêde ji 14 hezar milyard tûmen dirafê gênim raberî cotkar û gundîyan hat kirinê.

Cehangîrî bal kişand ser vîya ku Îranê bi bihaya 40 milyard dolarî kelûpel firotine welatên din û got: Asta derfirotina kelûmelên neniftî di sala 1396`ê da yê jorda here. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu