Îran ji hêla lezgîniya geşatiya zanistî, di rêza du welatên herî pêşîn ên cîhanê de ye
Wezîrê zansit, lêkolîn û teknolojiyê yê Îranê got: Li gorî nirxandina dawiyê, Îran ji hêla lezgîniya geşatiya zanistî ji du welatên yekim ê cîhanê ye û tev 25 welatên ku geşatiya zansitî ya berdewam hene, hevrikiyê dike.
Muhemed Ferhadî, wezîrê zanist, lêkolîn û teknolojiya Îranê , îro pênşemiyê nav koma nûçegihanan got: Niha para Îranê li berhemanîna nivîsarên ku zêde wek jêderk tên bikaranînê sedî 2.2`ê û para wê ji berhemanîna zansita cîhanê dighêje sedî 1.8`ê.
Ferhadî got: Îranê li berheamnîna nivîsarên bi kualîte yên cîhanê, di pileya 16`ê de ye û bi lezgînî vê riyê derbas dike.
Wezîrê zanist û lêkolîn û teknolojiya Îranê bal kişand ser reforma rêziknameya jordebirina asta mamosteyên Îranê û got: Li rêziknameya nû ji bilî weşandina nivîsaran li belavokên naskirî û bi hitbar ên navneteweyî, çap û weşandina pirtûkan, peywendiya tev pêşeyê, berhemanîna lêkolînên bikualîte û nûjen, peywendiya nêzîk bi pêşeyê re, avakirina kompaniyên zanistî û berhemanînê, wek puenekê tên hesabê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)