ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Îran ji hêla lezgîniya geşatiya zanistî, di rêza du welatên herî pêşîn ên cîhanê de ye

Wezîrê zansit, lêkolîn û teknolojiyê yê Îranê got: Li gorî nirxandina dawiyê, Îran ji hêla lezgîniya geşatiya zanistî ji du welatên yekim ê cîhanê ye û tev 25 welatên ku geşatiya zansitî ya berdewam hene, hevrikiyê dike.

Muhemed Ferhadî, wezîrê zanist, lêkolîn û teknolojiya Îranê , îro pênşemiyê nav koma  nûçegihanan got: Niha para Îranê li berhemanîna  nivîsarên  ku zêde wek jêderk tên  bikaranînê sedî 2.2`ê û para  wê ji berhemanîna  zansita  cîhanê dighêje  sedî 1.8`ê.

Ferhadî got: Îranê li berheamnîna  nivîsarên  bi kualîte yên cîhanê, di pileya 16`ê de ye û bi lezgînî vê riyê derbas dike.

Wezîrê zanist û lêkolîn û teknolojiya Îranê bal kişand ser reforma  rêziknameya jordebirina  asta mamosteyên Îranê û got: Li rêziknameya  nû ji bilî weşandina nivîsaran li belavokên  naskirî û bi hitbar ên navneteweyî, çap û weşandina  pirtûkan,  peywendiya  tev pêşeyê, berhemanîna  lêkolînên bikualîte û nûjen, peywendiya nêzîk bi pêşeyê re,  avakirina kompaniyên  zanistî û berhemanînê, wek puenekê tên hesabê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu