Îran jibo derfirotina berhemên pêtroşîmiyê bo Ewrûpayê amade ye
Mehdî Şerîfînîk rêveberê şîrketa bazirganî û pêtroşîmiya Îranê got ku Îran li sala 2015`ê bi qasî 16 hezar ton berhemên pêtroşîmiyê firotiye bazarên Ewrûpayê bitaybet bo welatên Îtaliya, Ispaniya, Yewnanistan û Romaniyê.
Mehdî Şerîfînîk tekez kir: Ev şîrketa 20 depoyên kelûmelan li Çînê, 2 depo li Viyetnamê, 2 depo li Îmaratê û depoyek li Hindistanê heye ku bikaribe bi zûtirkê kelûmelên bikirran bigihîne destê wan.
Mehdî Şerîfînîk rêveberê şîrketa bazirganî pêtroşîmiya Îranê bal kişand ser vê yekê ku şîrketên Îranî li warê veguhestinê, xebitandian sermayê, bestebendî û derfirotina berhemên pêtroşîmiyê li bazarên navneteweyî pir bihêz in û tekez kir: şîrketa bazirganî pêtroşîmiya Îranê amade ye ku berhemên xwe bifroşe welatên mîna Berîtanya û Almanyayê û hemî welatên ewrûpî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)