ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îran jibo pêkanîna aramî û ewlehiya li Iraqê hewil dide

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran jibo pêkanîna aramî û ewlehiya li Iraqê hewil dide.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja duşemiyê li hevdîtina tev Emar Hekîm serokê hevalbendiya  neteweyî ya şîeyên  Iraqê li Têhranê serketinên  siyasî û eskerî yên dewlet, gel û hemî kom û etnîkên iraqî pir binirx dan zanîn û got : Kiryara hevalbendiya neteweyî ya şîeyan derheq raberkirina  plana  aşitiya neteweyî pir binirx û jibo pêşeroja siyasî ya Iraqê pir giring e.

Muhemed Cewad Zerîf destnîşa kir  navbera hemî grûpan nav Iraqê hevkarî heye û divê hin welatên navçê pirsgirêkên xwe naynin nav Iraqê.

Zerîf bal kişand  ser plana  aşitiya neteweyî li Iraqê û got: Rêxistina  Neteweyên Yekgirtî jî plana  aşitiya Neteweyî ya Iraqê planeke  maqûl û pêkan dizane ku ev mijara  destkevteke  giring e.

Wî herwiha  peywendiyên  Îran û Iraqê pir baş nirxandin û tekez kir ku ev  peywendî divê bibin  modelek ji peywendiyan li navçê.

Emar Hekîm serokê hevalbendiya  neteweyî ya şîeyên Iraqê jî li vê hevdîtinê raporek li bara rewşa niha ya Iraqê li warên  meydanî û siyasî  raber kir  û ji piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê ji gel û dewleta Iraqê qedrzanî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu