Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran jibo pêkanîna aramî û ewlehiya li Iraqê hewil dide.
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja duşemiyê li hevdîtina tev Emar Hekîm serokê hevalbendiya neteweyî ya şîeyên Iraqê li Têhranê serketinên siyasî û eskerî yên dewlet, gel û hemî kom û etnîkên iraqî pir binirx dan zanîn û got : Kiryara hevalbendiya neteweyî ya şîeyan derheq raberkirina plana aşitiya neteweyî pir binirx û jibo pêşeroja siyasî ya Iraqê pir giring e.
Muhemed Cewad Zerîf destnîşa kir navbera hemî grûpan nav Iraqê hevkarî heye û divê hin welatên navçê pirsgirêkên xwe naynin nav Iraqê.
Zerîf bal kişand ser plana aşitiya neteweyî li Iraqê û got: Rêxistina Neteweyên Yekgirtî jî plana aşitiya Neteweyî ya Iraqê planeke maqûl û pêkan dizane ku ev mijara destkevteke giring e.
Wî herwiha peywendiyên Îran û Iraqê pir baş nirxandin û tekez kir ku ev peywendî divê bibin modelek ji peywendiyan li navçê.
Emar Hekîm serokê hevalbendiya neteweyî ya şîeyên Iraqê jî li vê hevdîtinê raporek li bara rewşa niha ya Iraqê li warên meydanî û siyasî raber kir û ji piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê ji gel û dewleta Iraqê qedrzanî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)